¹ Rojekê piştî nîvro saet di sisiyan de, çaxê duakirinê, Petrûs û Yûhenna hildikişiyan Perestgehê. ² Zilamekî ku ji zikmakî şeht bû dianîn û ew her roj li ber dergehê Perestgehê yê ku jê re Bedew digotin, datanîn, da ku ji wan ên ku dikevin Perestgehê parsê bike. ³ Gava ku wî dît Petrûs û Yûhenna dikin bikevin Perestgehê, wî ji wan xwest ku xêrekî bi wî bikin. ⁴ Petrûs jî bi Yûhenna re bi baldarî li wî nêrî û got: «Li me binêre.» ⁵ Bi hêviya ku ewê tiştekî bidinê, çavê wî li wan bû. ⁶ Lê Petrûs got: «Ne zêrê min û ne jî zîvê min heye; lê tiştê ku bi min re heye, ezê bidim te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretî rêve here.» ⁷ Û bi destê wî yê rastê girt û rakir ser lingan; di cih de piyên wî û gûzikên wî sipîsax bûn. ⁸ Xwe hilavêt, li ser lingan rawesta û dest pê kir rêve çû. Ew bi wan re ket Perestgehê, rêve diçû, xwe hildavêt û pesnê Xwedê dida. ⁹ Hemû xelkê dît ku ew rêve diçe û pesnê Xwedê dide. ¹⁰ Û gava wan ew nas kir û dîtin ku ev ew e, ku li ber dergehê Perestgehê yê bi navê Bedew rûdinişt ku parsê bike, ew bi tiştê ku bi wî hatibû, heyirî û mat man.
⁶ Çaxê ew li seranserê giravê geriyan û hatin Pafosê, wan li wir yekî Cihû, ku pêxemberekî derewîn û sêrbaz bû dît, ku navê wî Baryêşû bû. ⁷ Ew dostê Sergiyos Pawlosê walî bû. Walî zilamekî aqilmend bû, wî gazî Barnabas û Şawûl kir û xwest ku peyva Xwedê bibihîze. ⁸ Lê Bareyeşû – ku wek Êlûmasê sêrbaz dihat jî zanîn – li ber wan rabû û dixebitî ku walî ji bawerkirinê bizivirîne. ⁹ Lê Şawûl, yanî Pawlos, bi Ruhê Pîroz tije bi baldarî li wî nêrî û ¹⁰ got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî? ¹¹ Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire. ¹² Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00