¹⁶ Ez vê dibêjim: Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih. ¹⁷ Çimkî nefs li hember Ruh û Ruh li hember nefsê daxwaz dike; ev li hember hev in, wisa ku tiştên hûn dixwazin bikin, hûn nekin. ¹⁸ Îcar, eger hûn ji aliyê Ruh ve tên rêvebirin, hingê hûn ne di bin Şerîetê de ne. ¹⁹ Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet, ²⁰ pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî, ²¹ zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin. ²² Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî, ²³ nermî û xwegirtin e. Li hember tiştên weha Şerîet tune. ²⁴ Heçî yên Mesîh Îsa ne, wan nefs bi xwestek û daxwazên wê ve birine ser xaçê. ²⁵ Madem ku em bi Ruh dijîn, hingê em bi Ruh rêve jî herin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00