²¹ Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî bibihûrim? Ma heta heft caran?» ²² Îsa bersîva wî da: «Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta heftê caran heft. ²³ Çimkî Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre. ²⁴ Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh hezar telant deyndarê wî bû, anîn ba wî. ²⁵ Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn. ²⁶ Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.› ²⁷ Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt. ²⁸ «Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.› ²⁹ Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.› ³⁰ Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide. ³¹ «Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin. ³² Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm. ³³ Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?› ³⁴ Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide. ³⁵ «Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00