¹¹ Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin. ¹² Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn. ¹³ Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne. ¹⁴ Çimkî aştiya me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand. ¹⁵ Wî Şerîet bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke ¹⁶ û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje. ¹⁷ Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da. ¹⁸ Çimkî bi rêberiya wî em herdu dikarin bi yek Ruhî derkevin ber Bav. ¹⁹ Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne. ²⁰ Hûn li ser bingeha Şandî û pêxemberan avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye. ²¹ Bi wî hemû avahî hevdû digire û ji bo ku bi Xudan bibe perestgeheke pîroz, mezin dibe. ²² Bi wî hûn jî bi hev re di Ruh de tên avakirin, da ku hûn bibin warê Xwedê.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00