⁸ Şikir ji Xudan re bikin, gazî navê wî bikin! Di nav miletan de bidin bihîstin karên wî! ⁹ Bi stran û lavijan pesnê wî bidin, Hemû kerametên wî bêjin! ¹⁰ Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin, Bila dilê kesên li Xudan digerin şa bibe! ¹¹ Li Xudan û li hêza wî bigerin, Herdem li rûyê wî bigerin. ¹² Nîşan û kerametên wî, Hikmên ku ji devê wî derketine, bi bîr bînin! ¹³ Ya ziriyeta Îsraêlê xulamê wî! Ya kurên Aqûb ên hilbijartî! ¹⁴ Xwedayê me Xudan ew e, Hikmên wî li seranserê dinyayê ne. ¹⁵ Heta hetayê peymana wî Û gotina wî ya ku ji hezar nifşî re gotiye bi bîr bînin ¹⁶ Peymana ku bi Îbrahîm re çêkir Û sonda ku ji Îshaq re xwariye. ¹⁷ Wî ev wekî qanûn bi Aqûb re, Wekî peymaneke herheyî bi Îsraêl re çêkir ¹⁸ Û got: “Wekî para we ya ji mîrasê, Ezê welatê Kenanê bidim we.” ¹⁹ Wê gavê hejmara we hindik bû, Gelek kêm bûn, li wir xerîb bûn. ²⁰ Ew milet bi milet, Ji padîşahiyekê derbasî nav miletên din dibûn. ²¹ Lê Xudan nehişt ku kes zorê li wan bike Û ji bo xatirê wan erzê padîşahan şikand. ²² Wî got: “Dest nedin kifşkiriyên min, Xerabiyê bi pêxemberên min nekin.” ²³ Ya tevahiya dinyayê, stranekê ji Xudan re bistrînin! Mizgîniya rizgariya wî roj bi roj bidin. ²⁴ Rûmeta wî li nav miletan, Karên wî yên nûwaze li nav hemû gelan belav bikin! ²⁵ Çimkî Xudan mezin e û pir hêjayî pesindanê ye, Ji nav hemû îlahan, ê herî biheybet ew e. ²⁶ Çimkî her îlahekî gelan tenê pût e, Lê Yê ku ezman afirandin Xudan e. ²⁷ Heşmet û rewnaqî li ber wî ne, Hêz û şahî li dera wî ne. ²⁸ Ya binemalên gelan, pesnê Xudan bidin! Pesnê hêz û rûmeta Xudan bidin, ²⁹ Pesnê rûmeta navê Xudan bidin. Pêşkêşiyan bînin û bikevin hizûra wî. Bi cilên pîroz li ber Xudan herin ser çokan! ³⁰ Ya tevahiya dinyayê, li ber wî bilerizin! Dinya asê hat dayîn, naleqe. ³¹ Bila ezman şa be, erd dilgeş be! Bila di nav miletan de bê gotin: “Xudan padîşah e!” ³² Bila derya bi hemû tiştên di nav de bike xuşîn! Bila zevî û hemû yên tê de dilgeş bin! ³³ Bila darên daristanê li ber Xudan bi kêfxweşî biqîrin. Çimkî ew tê ku dîwana dinyayê bike. ³⁴ Şikir bikin ji Xudan re çimkî ew qenc e. Dilovaniya wî her û her e. ³⁵ Bêjin: “Ya rizgarkarê me Xwedê, me rizgar bike! Me bicivîne, me ji nav miletan xilas bike Ku em ji navê te yê pîroz re şikir bikin, Bi rûmeta te pesnê xwe bidin. ³⁶ Bila Xwedayê Îsraêl Xudan, Ji herheyiyê heta hetayê pîroz be!” Hemû gel got: “Amîn!” û pesnê Xudan da.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00