¹ Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn. ² Hingê diwanzdehan hemû şagirt li ser hev civandin û gotin: «Ne qenc e ku em dev ji peyva Xwedê berdin û xizmeta sifreyan bikin. ³ Loma birano, hûn di nav xwe de, heft mirovên bi Ruhê Pîroz tije û şehreza bibijêrin û em wan deynin ser vî karî. ⁴ Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.» ⁵ Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan. ⁶ Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan. ⁷ Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00