¹³ Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan bêje. ¹⁴ Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin. ¹⁵ Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin. ¹⁶ Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e. ¹⁷ Êlyas jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî. ¹⁸ Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da. ¹⁹ Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne, ²⁰ bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00