¹ Îcar mirovekî ku navê wî Hananya bû, bi jina xwe Saferyayê re milkek firotin. ² Haya jina wî jî jê hebû, ku wî hinek ji peran ji xwe re hilanî û hinek jê anî û li ber lingên Şandiyan danî. ³ Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî? ⁴ Çaxê ku ew nefirotî bû, ma ew ne ya te bû? Îcar piştî ku hat firotin, ma ew ne di destê te de bû? Ma çawa çêbû ku te ev yek xist dilê xwe? Te ne li mirovan, lê li Xwedê derew kir.» ⁵ Gava ku Hananya ev peyv bihîstin, ket erdê û can da. Û tirseke mezin ket ser wan ên ku ev bihîstin. ⁶ Xort rabûn, kefen lê pêçan, ew derxistin derve û veşartin. ⁷ Bi qasî piştî sê saetan jina wî jî ket hundir, haya wê jê tunebû ku çi bûye. ⁸ Petrûs ji wê re got: «Ji min re bêje, ma we zevî bi ewqasî firot?» Wê jî got: «Erê, bi ewqasî.» ⁹ Lê Petrûs ji wê re got: «Çawa we li hev kir ku hûn Ruhê Xudan biceribînin? Va ye, lingên wan ên ku mêrê te veşartine li ber derî ne, ewê te jî hilînin û bibin derve.» ¹⁰ Jinik di cih de li ber lingên Petrûs ket erdê û can da. Gava xort ketin hundir, ew mirî dîtin. Wan ew jî hilgirt û birin derve, li tenişta mêrê wê veşartin. ¹¹ Tirseke mezin ket ser tevahiya civîna bawermendan û ser hemûyên ku ev tişt bihîstin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00