¹ Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês bû û Şawûl. ² Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.» ³ Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin. ⁴ Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê.
¹⁶ Ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa bim, yanî ez ji bo Mizgîniya Xwedê karê kahîntiyê dikim, da ku milet bibin pêşkêşeke bi Ruhê Pîroz pîrozbûyî û meqbûl. ¹⁷ Loma ez bi saya Mesîh Îsa ji bo xizmeta xwe ya ji Xwedê re serbilind im. ¹⁸ Ji bilî wan tiştên ku Mesîh bi destên min kirin, da ku milet bi ya wî bikin, ez newêrim li ser tiştekî din bipeyivim. Wî ev bi gotin û kirinê, ¹⁹ bi hêza nîşan û karên mezin, bi hêza Ruhê Xwedê kiriye. Wisa ku, ji Orşelîmê bigire heta bi Îlîryayê ez geriyam û min Mizgîniya Mesîh bi tevahî da bihîstin. ²⁰ Armanca min ev e ku ez li dera ku navê Mesîh hê lê nehatiye bihîstin Mizgîniyê belav bikim; ne ku ez li ser bingeha ku hinekên din danîne ava bikim. ²¹ Lê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yên ku li ser wî ji wan re nehatiye gotin, wê bibînin, Û yên ku li ser wî nebihîstine, wê fêm bikin.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00