¹¹ Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê Pîroz û bi êgir imad bike. ¹² Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.» ¹³ Hingê Îsa ji Celîlê hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad bibe. ¹⁴ Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin, ma tu têyî ba min?» ¹⁵ Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû. ¹⁶ Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. ¹⁷ Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00