¹⁴ Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku ¹⁵ li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan. ¹⁶ Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin, ¹⁷ da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin, ¹⁸ da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin. ¹⁹ Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin. ²⁰ Ji wî yê ku dikare li gor hêza xwe ya ku di hundirê me de dixebite, ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike re, ²¹ di Civînê de û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nifşan û her û her rûmet be. Amîn.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00