¹ «Dadbar nekin, da ku hûn jî neyên dadbarkirin. ² Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin. ³ Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? ⁴ An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye? ⁵ Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de derxe, hingê tê zelal bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
¹⁵ «Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in. ¹⁶ Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin? ¹⁷ Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide. ¹⁸ Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide. ¹⁹ Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir. ²⁰ Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin. ²¹ «Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan› wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê. ²² Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?› ²³ Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bêjim: ‹Min hûn qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00