¹⁸ Erê, peyva li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye. ¹⁹ Çimkî hatiye nivîsîn: «Ezê zanebûna zaneyan tune bikim, Ezê fêmdariya fêmdaran betal bikim.» ²⁰ Ma yê zana li ku derê ye? Yê Şerîetzan li ku derê ye? Devjenîkerê şehreza yê vê dinyayê li ku derê ye? Ma Xwedê şehrezayiya dinyayê venegerand bêaqiliyê? ²¹ Madem ku dinyayê li gor şehrezayiya Xwedê, bi şehrezayiya xwe Xwedê nas nekir, li Xwedê xweş hat ku yên baweriyê tînin bi bêaqiliya Mizgîniyê rizgar bike. ²² Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin, ²³ lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek û ji bo miletan bêaqilî ye; ²⁴ lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye. ²⁵ Çimkî bêaqiliya xwedayî di ser şehrezayiya mirovan re û bêhêziya Xwedê jî di ser hêza mirovan re ye. ²⁶ Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin. ²⁷ Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin. ²⁸ Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin. ²⁹ Wisa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede. ³⁰ Bi saya Xwedê hûn bi Mesîh Îsa re ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û rizgarî. ³¹ Ji bo vê yekê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00