¹⁴ «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan. ¹⁵ Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe. ¹⁶ Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin. ¹⁷ Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin. ¹⁸ Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart. ¹⁹ «Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir. ²⁰ Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.› ²¹ Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!› ²² «Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.› ²³ Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!› ²⁴ «Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî. ²⁵ Loma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.› ²⁶ Axayê wî lê vegerand û got: ‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim? ²⁷ Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam minê bi fayiza wan ve bistanda. ²⁸ Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene. ²⁹ Çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin. ³⁰ Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00