¹ Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan. ² Ew hînkirin ji wan ên ku wijdana wan bi durûtiya derewkaran hatiye daxdan, derdikeve. ³ Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin. ⁴ Her tiştê ku Xwedê afirandiye qenc e û eger bi şikirî bê qebûlkirin, ne hewce ye tu tişt bê redkirin, ⁵ çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê, pîroz dibe. ⁶ Eger tu van tiştan raxî ber çavên birayan, tê bibî xizmetkarekî qenc ê Mesîh Îsa û tê bi wan peyvên baweriyê û bi hîndariya qenc a ku tu li pey çûyî, bêyî xweyîkirin. ⁷ Lê xwe ji çîrokên nepak û yên pîrejinan dûr bixe. Xwe di jiyana xwedayî de perwerde bike. ⁸ Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye. ⁹ Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye. ¹⁰ Ji bo vê yekê em dixebitin û li ber xwe didin, çimkî me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye, ku Xilaskarê hemû mirovan e, bi taybetî yê bawermendan e. ¹¹ Van tiştan tembîh bike û hîn bike. ¹² Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak. ¹³ Heta ku ez bêm, xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî. ¹⁴ Çaxê rihspiyan destên xwe danîn ser te, diyariyeke ruhanî bi pêxemberîtiyê ji te re hat dayîn. Xemsariyê li wê neke! ¹⁵ Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be. ¹⁶ Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wisa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00