¹⁶ Çaxê Pawlos li Atînayê li benda wan bû û dît ku bajar bi pûtan tije ye, ruhê wî aciz bû. ¹⁷ Îcar li kinîştê ew bi Cihûyan û bi Yewnaniyên xwedêperest re, li çarşiyê jî her roj rastî kê bihata bi wan re diket peyivînê. ¹⁸ Hin fîlozofên Êpîkûrî û hinên Stoayî jî bi wî re gotûbêj kirin. Hinekan got: «Evê kelkelo dixwaze çi bêje?» Hinekên din jî gotin: «Wisa xuya dibe ku ew xwedayên xerîb dide naskirin.» Çimkî Pawlos li ser Îsa û li ser vejînê mizgînî dida ¹⁹ Wan ew girt û anîn Aryopagosê û gotin: «Gelo em dikarin bizanin, ev hîndariya nû ya ku tu didî naskirin çi ye? ²⁰ Tu hin tiştên xerîb tînî guhên me û loma em dixwazin bizanin ku ev tê çi manê.» ²¹ Hemû Atînayî û xerîbên ku li wir diman, ji gotin û bihîstina tiştên nû pê ve, dema xwe bi tiştên din derbas nedikirin. ²² Hingê Pawlos li navenda civîna Aryopagosê rawesta û got: «Gelî zilamên Atînayî, ez we ji her awayî ve gelek dîndar dibînim. ²³ Çaxê ez di nav bajêr de digeriyam û min qenc li tiştên ku hûn diperizinê nêrî, min di nav wan de gorîgehek dît ku li ser nivîsîbû: JI XWEDAYÊ NENAS RE. Îcar vî yê ku hûn bi nezanî diperizinê, ez bi we didim naskirin. ²⁴ Xwedayê ku dinya û hemû tiştên ku tê de ne çêkiriye, ewê ku Xudanê erd û ezmên e, di perestgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane. ²⁵ Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e. ²⁶ Ji bavekî, wî hemû miletên dinyayê afirandin û zemanên wan û sînorên dera ku ew lê dijîn, kifş kir ku ew li ser hemû rûyê erdê rûnin. ²⁷ Wî ev yek kir ku ew li wî bigerin û eger îmkan hebe bi destpelînkê wî bibînin, lê ew ji tu kesî ji me ne dûr e. ²⁸ Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene. Çawa ku hin ji hozanên we jî gotine: ‹Em jî ji dûndana wî ne.› ²⁹ «Îcar ji ber ku em ji dûndana Xwedê ne, divê em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv, an wek kevirê ku bi hiş û hunerê mirov hatiye çêkirin e. ³⁰ Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin. ³¹ Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.» ³² Gava vejîna miriyan bihîstin, hinekan tinazên xwe kirin; lê yên din gotin: «Emê li ser vê yekê careke din guhê xwe bidin te». ³³ Bi vî awayî Pawlos ji nav wan derket. ³⁴ Lê hinek beşdarî wî bûn û bawerî anîn. Di nav wan de Diyonîsiyosê endamê Aryopagosê û jineke ku navê wê Damerîs bû û hinekên din hebûn.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00